NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser Şehîdên Meha Gulanê ji ajansa me re axivî û got, “Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, şehîdên me yên meha Gulanê hemû, berxwedêrên me yên zindanan Mazlûm, Xeyrî, Kemal û hevrêyên wan ew kes in ku Kurdistana azad bi rastî jî jiyan. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve nînin, lê belê bi nav, hişmendî, xet û pîvanê yên ku li Kurdistana nû dijîn, ew in.”
Di beşa duyemîn a hevpeyvînê de Kalkan behsa Hakî Karer û Halîl Çavgûn kir.
RÊBER APO DIGOT, “GIYANÊ MIN Ê VEŞARTÎ YE”
Kalkan têkilî Hakî Karer, ku 18’ê Gulana 1977’an ji hêla serokê komeke ajan pravakor a bi navê Stêrka Sor Alaattîn Kapan e şehîd hatî xistin, got, “Hakî Karer, ne yek ji qedroyên pêşeng ê PKK’ê lê qedroyekî Rêber Apo bû ku jê re digot, “Giyanê min ê veşartî” ye. Bi vê astê bi Rêber Apo re bûbû yek. Divê her kes vê bizanibe. Ji gotina “weke giyanê min ê veşartî bû” çi tê fêhmkirin? Min çi hîs bikira, ez li çi bifikiriyama, weke min hîs dikir û dikir. Ji berk u vê jî yekbûna ramanê û çalakiyê ya Rêber Apo û Hakî Karer, weke yekbûna hîs û reftarên bû. Yek jê raman û hîs bû û yek jê çalaki û jiyan, ango pratîk bû. Wiha, mîna du nîvên sêvekê, mîna du parçeyên yeka giştî bûn. Yekbûneke wiha pêk anîbûn. Ji ber vê jî Hakî Karer bû yê ku pêşî Rêber Apo fêhm dikir û nas dikir. Kesayitiyeke wiha bû ku demeke wiha de yê rasteqîniya Rêbertî, hişmendiya Rêbertî, giyanê wê, taybetmendiyê Rêbertî ku hê ti geşedan li holê nebûn, bi rêgezî û herî rast dît, têra xwe fêhm kir û bi vî bingehî tevlê dibû. Divê mirov bibêje piştî Rêber Apo, Apogerê pêşî ye. Divê mirov wiha bibine. Bi vê maneyê ji bo ku mirov taybetmeniyên PKK’ê, rêgez û pîvanên xeta Apogeriyê rast û têra xwe fêhm bike bêguman divê mirov li taybetmendiyên Rêber Apo vekole, bîne asta hişmendiyê. Pê re cihê ku wê ev taybetmendî werin fêhmkirin, kesayatiya Hakî Karer e. Divê em hemû vê baş zanibin û fêhm bikin. Bi vê çarçoweyê ez di salvegera 42’an a şehîdbûnê de hevrê Hakî Karer careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ez careke dî sond dixwim ku armanca wî bi ser bixim û bîranîna wî bidim jiyîn.”
Kalkan bi domdarî got li ser vê mijarê gelek tişt hatin nivîsîn, pirtûk hene, nirxandinên Herî berfireh Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û Gulana 1978’an bi navê “Ji bo bîranîna Hakî Karer” broşûrek nivisiye kut ê de hîs û ramanên xwe bi rengekî gewherî vegotiye û ev di pirtûka “Li Kurdistanê lehengiya gel” de heye.
Kalkan diyar kir ku ew Hakî Karer ji 72-73’an û vir ve nas dike, xwendekarên Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqerê bûne, derbarê Karer dibêje, “Kesayatiya Hakî Karer kedkar, xebatkar, bawermend bû, xwe ji kesî mezintir nedidît, xwe cuda nedîdît, kem dixwar, cilên ku zêde nediketin berbiçav li xwe dikir. Ez taybetmendiyeke wî ya dî jî bibêjim. Ti caran ji hevalê gel xwe zêdetir nexwariye, ji wan baştir kincên baş li xwe nekiriye, ne bi rewşeke wiha bû ku li pêş xuya bike. Rêber Apo got, “nexwar da xwarin, li xwe nekir li hevalên xwe kir”.
‘BI PLAN Û RÊXISTINÎ BÛ’
Kalkan li ser taybetmendiyên Hakî Karer got: “Ji hêla dî ve bi rastî jî pir bi plan û rêxistinî bû. Ji derve ev qet nîşan nedida, lê dema ku mirov li pratika wî dinerî tim bi pîvan bû. Sibehê dema ku radibû plan dikir bê ka wê kengî rabe, kendi çi bike, wê li kûderê be, rêxistiniya wê dikir. Bi derdorê re wê çi bikira plana wê dikir, pêşengiya tevgera rêxistinî dikir. Bi tevgerên xwe yên bi plan, rêxistinî dem baş bi kar dianî, bi xebatkariya xwe diwend, lê hûr dibû, bi hêlên xwe yên nîqaşî perwerdekar û rêveberbû. Lê zêde kesan hêla rêveberî ya heval Hakî nedizanî, rêveberekî sirûştî bû.”
DIGOT, ‘RÊBER APO HER DEM RAST DIFIKIRE, RAST BIRYARÊ DIDE, RAST DIKE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, 73-74’an PKK li Enqerê bû komeke îdeolojîk, koordinasyona rêxistinî ya komê bêguman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye lê ji serî de Hakî Karer alîkar bû, organizasyona kare pratîk dikir. Kalkan got, “Ramanên Rêber Apo rasterast bi zanînê, bi fêhmkirinê, jidil dikir. Ji ber vê ew raman kiribû ramanên xwe. Bi bawerî dikir û ji vê jî bawer kiribû; “Rêber Apo her demê rast difikire, rast biryarê dide, rast dike”. Ji ber vê jî li ber Rêbertî wek milîtanakî ku ev 30 sal, 40 sal in di nav pratîkê de pijiyayî be, weke ku di nav jiyana rêxistiniyê de çêbûbe, tevdigeriya.’ Li bara rêbertî şoreşgerek çawa raweste, li ser ferman, talîmatê dijî, li bara Rêbertî wiha bû. Bi vî rengî li ser bicihanîna raman û gotinan dibû. Ew nedida ber pirsan, nîqaş nedikir, lêkolîna wan nedikir. Ji rastiya wan bawer dikir, rengê wê fêhm dikir, hewcehiyên wê bi cih dianî, pratika wê dikir, bi derdorê re bi hev re bi cih dianî.”
‘DEMA KU HEWCE DIKIR FERMANDAR BÛ”
Kalkan her wiha got, “Ji vî alî ve hemû taybetmendiyên milîtaniya partiyê, ya milîtanê şoreşger a profesyonel bi asta pêşketî pê re hebûn. Di şexsê xwe de nas dikir û radigirt û pratîze dikir. Her wiha kesayatiyeke têkoşer bû. Di wê mijarê de jî pir nîşan nedida, ji hêla fizîkî ve xwedî hêzeke girîng bû, bi hêzeke girîng bû, xwedî fizîkeke atletîk bû. Tim bi tevger bû, xwe xurt dikir.” Kalkan bi domdarî got gelek kes Hakî Karer bi çalakgeriya wî nas nakin, dema ku ji vegotinan mirov biçe wek ku keseyatiyke ramanger û organîzator bûye û domand, “Na, ew fermandar bû, çalakger bû. Li Dîlokê gelek çalaki, pevçûn, bombekirin wî bi xwe yekîneya ku rêxistiniya wê kiribû, pêşengiya wê jî kir. Dema ku hewce dikir hêza ramanê bû, ku hewce dikir rêxistinkar bû, rêveber bû, ku hewce dikir fermandar û çalakger bû. Pêvajoya şoreşger çi hewce bikira ew dikir. Kesayatiyeke wiha pirhêlî bû. Girîng e ku mirov kesayatiya Hakî Karer bi van taybetmendiyan nas bike.”
‘KARÎGERIYA WÎ LI SER MIROVAN HEBÛ’
Kalkan wiha axivî: “Di çêbûna rêgez û pîvanên PKK’ê de, di teşebûna îdeolojiya PKK’ê de têkiliyên di navbeyna Rêber Apo û hevrê Hakî Karer de diyarker bûn. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku wê têkiliyê rêgez û pîvavanên jiyanê yên PKK’ê danîne. Hemû koma PKK’ê jî li ser vî hîmî xwe perwerde kir û rengê xwe danî holê. Pîvan û taybeymendiyên PKK’ê bi perwerdehiyeke li ser vî hîmî çêbû. Em dikarin bibêjin pîvanên PKK’ê, ji têkiliya jiyanê û pêvajoya xebatê ya di navbeyna Rêber Apo û Hakî Karer de çêbûne. Bi astê karîger bû. Li ser mirovan têra xwe karîger bû. Ji ber ku bi pakiya xwe, biryardariya xwe, bi xebatkariya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi mirovan, bi hezkirina xwe ya li mirovan, yê li pêşber dijmin jî bûya, ew radkir û dostanî ava dikir. Ew çend karîger bû. Ez careke dî hewceyî pê dibinim ku diyar bikim, mirov dibûn ku gumanê ji xwe bibin lê nikarîbûn gumanê ji Hakî Karer bibin. Bi rengê ku ya rast dikir û ya hewce dikir, bawer dikir. Yê li pêşberî wî derbarê wî tim bi vê baweriyê bûn.”
Kalkan bi domdarî wiha got: “Ev jî perwerdekariya wî, rêxistinkariya wî, rêveberiya wî, çalakgeriya wî bi pêş ve bir. Pir zûdir mirov bi aliyê xwe ve kişand, zêdetir rêxistiniya wan kir, baştir rê ve bir. Heval Mazlûm Dogan got, “Geval Hakî rûnişt, 4 saetan fikra komê bi devkî got. Piştî ku qedand, min got ez tevlî komê dibim û ez bûme Apoger”.
‘ŞEHÎD JIYANA RAST BIXWE NE’
Kalkan got,”Rêber Apo rêberbûna xwe her deme bi rastiya şehîdan girêdaye û gotiye, “Şehîd Rasteqîniyên wiha ne ku tarîtiyê diçirînin û ronî dikin, di nav tarîtiyê de nîşanî me didin bê ka jiyana rast divê çi be. Jiyana rast bi xwe ne.” Ji ber vê jî rêbertiya xwe weke rêbertiya şehîdan, xwe jî weke berdevkê şehîdan pênase kir. Ji ber vê jî li nav PKK’ê çêbûna Rêbertî, yekbûna Rêber Apo û şehîdan e. Divê ev wiha were dîtin û fêhmkirin û zanîn. Rêber Apo jî bi vê çarçoweyê wate lê danî. Wiha bi hîsên berteng nêzîktêdayî lê nekir, nekir û ax û wax. Ne ku bi hin rîtûelan hewce here dîtin hurmet were nişandan. Bi ser de şehadet mîna mirinê nenirxand. Berevajî vê, weke bûyine bi azadî, helwesta afirandina jiyana azad û weke vê helwestê dît. Ti caran şehîd weke windahiyekê nedît, berevajî, ji bo kesên ku şehîdan weke geşbûneke mezin a şoreşgerî, destkeftiyên şoreşgerî, pêkhatina rêbertî, ronîkirina dahatuyê, nîşandaya rêya rast û li ser xeta jiyana azad bimeşin, weke fermandarê hewce, çêbûna hêza fermanê şîrove kir. Wiha dît.
‘MEŞA RÊBERTÎ BICIHANÎNA FERMANA ŞEHÎDAN E’
Kalkan bi domdarî got, “Bihara 73’an li ser vê zemînê biryara avakirina rêxistinê hatiye dayin. Bi rengê ku bîranîna şehîdan winda nebe, ji bo qetilkirna rêberan, da ku valahiya rêbertî çênebe. Gotiye, çendî dijwar, çendî taloke be jî, ji bo ku bi teqezî di pêvajoyên dîrokî de heke tê xwestin ku mirov bi rista xwe rabe û peywira xwe bi cih bîne, bi mîsogerî divê tu vê bikî, dibe kesayatiyeke wiha ku ji dîrokê ev ferman standiye, bûye xwedî vê hîsa berpirsyariyê û hişmendiyê û li ser vê hîmê bi rê ketiye. Dibe meşa fermana şehîdan.
Meşa rêbertî, bicihanîna fermana şehîdan e. Ji ber vê jî Rêbertî wiha nêzîktêdayî li hemû şehadetên nav PKK’ê kir. Dema ku Hakî Karer şehîd bûyî got, “Bi me wiha hate wek ku bi bi qazanan ava kelandî bi ser serê me de hate rijandin”.
Kalkan bi berdewamî got biranîna şehîdên weke Hakî Karer bi geşkirina berxwedaniya tolhildêriyê, bi serxistina berxwedaniya rêxistinî dikare were jiyîn û got, “Girîng e ku Rêber Apo şehîdan çawa fêhm dike, çawa li bîranîna wan xwedî derdikeve û pratika wan çawa pratîze dike û me ev cara pêşî, bi rengekî zelal, di xwedîlêderketina bîranîna hevrê Hakî Karek de, bi pênasekirina wî de û bicihanîna pratika wî de dît. Hem berxwedaniya tolhildêriyê geş kir û hem jî rêxistiniya partiye danî holê. Piştre ev anî asta rêxistiniya gel, rêxistina gerîla. Ango geş kir, têkoşiya û da jiyîn.”
‘HEMÛ ŞEHÎD DI NAV PKK’Ê Û PAJK’Ê DE DIJÎN’
Kalkan her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bi hîsên berteng nêzîktêdayin li şehîdan nekiriye, bîranîna şehîdan mîna fermanekê dîtiye, mîn rasteqîniyeke ku armancên wan bi mîsogerî divê werin bicihanîn û li ser vê zemînê pratika vê daniye holê, rêxistin û çalakiya vê daniye holê, ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan, ji bo serxistina armancê wan, ev mîna danîna pratîkê, avakirina rêxistina ku kiriye armanc, çalakiya vê, geşkirina têkoşînê û mîna meşa bi serfiraizyê ve dîtiye. Kalkan her wiha got Ocalan di tcaran şehîd weke miriyan nedîtiye, mîna “rasteqîniya ku dijî dîtiye. Ji bo şehîdan gotiye, “Bi rengê PKK’ê dijîn”. PKK mîna “rasteqîniya şehîdan a ku dijî” pênase kiriye û jê re gotiye, “partiya şehîdan”. Danî holê ku hemû şehîd di nav PKK’ê û PAJK’ê de dijî, ev kire pîvan. Bi vî rengî şehîd ne weke miriyan, nebûnê berevajî mîna yên ku jiyanê datînin holê, ya nû diafirînin, dibine geşedan, pêşengiya vê dikin, Rêberên ku fermandariya vê dikin, weke rasteqîniya partiye dîtiye. Ev pir girîng e.”
‘ŞEHÎD ÇESPANDINA XETEKÊ YE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê wekî din got: “Li vê xalê şehîd ew rasteqînî ne ku ya nû, ya azad ava dikin. Naxwe dilsoziya bi şehîdan re ew e ku mirov a nû biafirîne, a azad biafirîne û ber bi wê ve bibeze. Şaş e ku mirov şehîd mîna xeta mirinê bibine û dilsoziya bi şehîdan weke xwekuştinê bibine. Carinan ji nav me derdikevin. Hin ji hevrêyan şehîd bûye, ji şehîdbûnê bi rê dikeve û dixwaze şehîd bibe. Ev şaş e. Rêber Apo ev wiha nedît. Bi mîsogerî ne nêzîktêdayineke rast e. Nêzîktêdayina rast ew e ku mirov ji bo ku armanca şehîd pêk bîne rêxistinê û çalakiyê geş bike, mirov îdeolojî û polîtîkayê geş bike. Mirov rêyeke geşedanê veke. Rêber Apo wiha nirxand. Hate dîtin ku ev pêkan e, rast e û bi pratîkê hate çespandin. Heka em bala xwe bidin ser, heta niha geşedanên wiha bûn. Maneya ku Rêber Apo dide şehîdbûnê ev e. Şehîd çespandina xetekê ye. Divê mirov şahidiyê ji vê re bike. Rasteqiniyke wiha ya jiyanê heye. Ev rast e. Ev dikare were pêkanîn. Kemal Pîr got, “Em bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin”. Bi qasî ku di ber de bimire ji xeta jiyana azad hez dike. Mirina di ber wê de dibe çespandina jiyana wê. Şehîd şahidiya vê dike. Rasteqîniyeke wiha heye û ev dikare were jiyîn. Dibêje, ‘Ez şahidiyê ji vê re dikim, tu bimeşe, tu yê bi ser bikevî”. Rasteqîniya şehîdan hêze fermanê ya rasteqîniyeke wiha ye. Rêber Apo jî wiha dît, wiha pênase kir û wiha meşiya. Em vê meha şehîdan û roja şehîdan bi vê çarçoweyê dibînin û em careke dî biryardariya xwe ya meşa di rêya şehîdan de careke dî qeyîm dikin.”
HALÎL ÇAVGÛN WEKE CÊWIYÊ HAKÎ KARER BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkilî Halîl Çavgûn ku 18’ê Gulanê şehîd bûyî got, ewî Çavgûn li Hîlwanê nas kiriye, li Amed û Rihayê ew dîtiye, demeke dirêj li gel hev nemane lê derfeta wî çêbûye ku hinekî wî nas bike û fêhm bike. Kalkan diyar kir taybetmendiyên Hakî Karer bi Halîl Çavgûn re jî hebûn û domand, ”Rêber Apo got, ”Hakî Karer mîna rihê min ê veşartî bû”. Halîl Çavgûn jî mîna cêwiyê Hakî Karer bû. Bi helwest, reftar, pakî, dirûstî, mirovhezî, bi helwestên xwe yên ku kesî naêşînin, xebatkarî, hêza ramanê, bi dilsoziya xwe ya bi rasteqîniya Rêbertî, ya bi azadiya Kurdistanê, xeta jiyana azad, têkoşeriya xwe, bi helwesta ku qet gemarî û zengarî tê negeriyayî mîna cêwiyê Hakî Karer bû. We ku perwerdehiya wî ya taybet dîtibe û wiha bi dirûv bûbe.”
Kalkan li ser pozîsyona Halîl Çavgûn a rêxistinî jî got, ”Ji hêla kombûna PKK’ê ve pozîsyon û cihê Hakî Karer çi be, li Hîlwanê ji bo ciwanan jî Halîl Çavgûn ew bi wê pozîsyonê bû. Ji bo kombûna giştî ya PKK’ê Rêber Apo got, ”Hakî Karer mîna rihê min ê veşartî bû. Ji ber vê jî Halîl Çavgûn jî bi di pratîka Hîlwan û Rihayê de mîna rihê veşartî yê Rêber Apo bû. Wek cêwiyê Hakî Karer bû. Demekê ez li Hîlwanê mam û min çavdêrî krin. Bi rastî jî ciwanên Hîlwanê ji xwe guman dibirin lê ji Halîl Çavgûn gumn nedibirin. Li Amedê bi wan re mam, li Riha û Dîlokê min dît. Li Amedê demeke dirêj bi ciwanên Hîlwanê re mam, min taybetmendiyê wan nas kirin û min li wan guhdar kir. Min dilsoziya wan bi bi Halîl Çavgûn re dît û nêzîktêdayinên wan zanim.”
Kalkan li ser bandora Halîl Çavgûn a li ser ciwanên Hîlwanê got, ”Li ser hîmê wan ciwanan Hîlwan yek ji wan bajarokan bû ku PKK pir lê rêxistinî bûbû. Pêşengê wan jî hevrê Halîl Çavgûn bû. Jixwe Rêber Apo piştî ku civînek kir, wan jî weke hevrê Mazlûm gotî, ”ez tevlê dibim” tevlê bûn. Bi vî rengî bûbûn ciwanên Apoger.
BERSIV BÛ BERXWEDANA HÎLWANÊ
Kalkan li ser şehîdbûna Halîl Çavgûn got, ”Çawa ku ji bo bîranîna Hakî Karer gotibe, ”divê em bi peywira tolhildana şoreşger bersivê bidin”, ji bo bîranîna Halîl Çavgûn jî got, ”divê em bi berxwedaneke ku vê êrîşê bişkînin bersivê bidin vê êrîşê”. Ev berxwedan bû berxwedana Hîlwanê. Gelek heval çûn. Rêber Apo jî çû. Wê bersiveke çawa li dijî qetilkirina Halîl Çavgûn were nîşandan, bandoreke zêde li ser civakê kiribû. Bandora li ser malbatê zêde bû. Bandoreke zêde li ser ciwanên Hîlwanê kiribû. Tenê bi bi berxwedaneke mezin a tolhildanê ev mirov dikarîbûn werin zindîkirin. Pêşbîniya vê kir û ji bo vê geş bike jî rêxistinî û çalakî dest pê kir.”
KARASÛNGÛR BÛ BERPIRS
Kalkan bi berdewamî got pêşî yê ku rêxistiniya wê kirî Kemal Pîr û ciwanên Hîlwanî bûn, piştî ku Kemal Pîr hate girtin Mehmet Karasûngur çûye, berpirsyarî kriye û berxwedana Hîlwanê rê ve biriye û piştre jî berxwedana Sîwereke rê ve biriye. Kalkan got piştî girtina Kemal Pîr bi asta pêşengiyê Karasûngûr berxwedaniya Hîlwanê rê ve biriye.
NÛNERÊ PÊŞÎ YÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ BÛ
Kalkan her wiha got di Kongreya Damezirînê de jî bûye endamê Komîteya Rêveber, bi asta alîkarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiey Komîteya Navendî, Komîteya Navendî bi fermî Karasûngur kiriye Nûnerê Leşkerî yê Komîteya Navendî û bi rengê fermandarê leşkerî yê fermî yê peşî yê PKK’ê, piştî damezirîna PKK’ê bi berpirsyarî rabûye, di Komîteya Navendî de bû berpirsê leşkerî û ferman û rêxistiniya berxwedana Sîwerekê kiriye.
AJÎTATOREKÎ ZÎREK BÛ
Kalkan got Karasûngûr li ser mirovan bandora wî hebû, li ser rawediwestiya ku tişta rast dizanî bike, zeraq û zîrek bû, dikarîbû karîgeriyê li ser mirovan bike, wan perwerde bike û berê wan bide nav têkoşînê, ajîtatorekî zîrek bûye û dema ku ajîtatorî dihate ser qada leşkerî dibû fermandarê hêza çalakiyê û got, ”Weke Kemal Pîr ew jî dimeşî, derdora xwe jî dimeşand. Hevalekî bi van taybetmendiyan bû.”