KOBANÊ – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di meha şeşan de bi biryardariyek mezin didome. Di heman demê de li zindanên bakurê Kurdistan’ê û Tirkiye, li derveyê zindanan di gelek cihan de çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam dike. Ji bo bilindkirina têkoşînê û asta berxwedanê hate bilindkirin û herî dawî 15 girtiyên siyasî dest bi rojiya mirinê kiribûn di roja 9’mîn de didome.
Di vê çarçoveyê li Bakurê Kurdistan’ê û Tirkiye di gelek cihan de ji aliyê ciwanan ve ji bilindkirina têkoşînê û bibin denge çalakvanan çalakiyên cur be cur tê kirin. Bi vê re girêdayî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Bakurê Suriyê bi pêngavekî nû dest bi çalakiyên bênavber dikin. Di derheqê çalakiyên xwe de ciwanên Kobanê bi rêya Ajansa Nûçe Ciwan bang li hemû ciwanan kirin ku di derdorê çalakiya wan de kom bibin da ku tecrîd were şikandin.
Ji ciwanên Kobanê Cemal Kobanê dibêje “Ev demek dirêj e tecrîda li ser Rêber Apo tecrîd heye û ji bo şikandina vê tecrîdê di pêşengiya Leyla Gûven de çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê didom e. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger vê seatê şûnde destpê çalakiyên bê navber dikin. Em bang didin hemû ciwanên Bakur, Rojava, Rojhilat û Başurê Kurdistanê dikin ku deng bidin çalakiyên me da ku em ê tecrîdê bişkînin.”
Jinên Ciwan Serhildan jî dibêje; “Di destpêkê em berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin. Em wek ciwan dest bi çalakiyan kirin e. Em bang hemû ciwan dikin ku beşdarî çalakiyên me bibin û em ê li gel çalakvanên grevên birçîbûnê bibin. Em bi çalakiyên xwe dijmînê xwe bitirsînin. Em ji dijmînê xwe natirsin. Ji bo Serokatiya xwe, welatê xwe azad bikin em ê din av çalakiyan de bibin. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebul nakin. Bila dijmîn nebêje ciwan nîne, ez dikarim rehet êrişê wan bikin. Em Ciwanên Bakurê Kurdistanê jî ji ber çalakiya wan silav dikin. Em jî wek ciwanên Kobanê denge xwe bigihêjînin wan. Em bang wana jî dikin ku dengê xwe bi dengê me re bikin yek û em ê tecrîdê jî, sînoran jî bişkînin.”
Ji Komiteya Ciwanên Kobanê Ehmed Derwêş jî daxwaz dike ku wek ciwanên Kobanê li dijî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Îro şunde çalakiyên xwe roj bi roj bilindtir bikin û bes e êdî ji bindestî re em ê ‘Serî Hildin.’