QAMIŞLO – Di pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi sedan ciwan bi meşaleyan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina berxwedanên rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê berbi sînorê Nisebînê ku dagirkeran xezkiriye meşiyan.
Ciwanên ku li navenda Ciwanan ya Qamişlo kombûn berê xwe da dîwarê ku dagirkeran navbera Nisebînê û Qamişlo daye avakirin. Ciwanan bi sloganên “Bijî Serok APO”,”Bijî PKK” û “Bijî Berxwedana Zindanan” heta dîwarê ku Rojava û Bakurê Kurdistanê ji hev qut dike meşiyan.