QAMIŞLO – Di pêşsengtiya Yekitiya Jinen Ciwan (YJC) û Tevgera Ciwanên Şoreşger di saetên evarî de meşek bi meşeleyan berbi dîwarê dagirkeran ku li ser sînorê Nisebînê ye pêk hat. Ciwanên Rojava li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina berxwedanên rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê molotofan avêt dîwarê dewleta dagirker a tirk ku Rojava û Bakurê Kurdistan ji hev qutkiriye.
Ciwanên ku ji navenda Ciwanan berbî dîwarê dagirkeran ve meşiyan bi gelek molotofan çalakî pêk anîn. Ciwanan bi fîşekên hewayî û molotofan dîwarê dagirkeran derb kir.