KOBANÊ – Di 8’ê Mijdara 2018’an parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe ket greva birçîbûnê. Piştî Leyla bi hezaran kes dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hinek çalakger şehîd ketin û jiyana bi hezaran çalakger jî di xeteriyê de ye. Lê cîhan li hemberî vê yekê bêdenge.
Ji bo vê yekê jî bi sedan ciwanên bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Em ê dagirkeriyê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’ ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan. Meş ji ber parka Kongreya Star a bajarê Kobanê destpê kir û li ber sinorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kobanê de rawestiya.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan. Ciwanên ku bi al û suretên Rêberê Gelan meşiyan bênavber diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” Bijî Berxxwedan Zindanan” û “Bijî Berxwedana Leyla” berz kirin. Ciwan bi meşa xwe gihîştin ber sînora di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan’ê û di vê derê de agirek mezin pêxistin. Di vê derê de jî ciwan bi dirûşmeyên xwe denge xwe ji sînor derbas kirin. Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn anîn ziman ku ew ê bênavber bi vê cure çalakiyên xwe bidomînin û hêj bêhtir radîqal bikin.
Di dema çalakiya ciwanan de bêdengiya dewleta Tirk a dagirker a li ser sînor bal kişand û bes bi kamera û termalan çalakiya ciwanan girtin dîmenan.