Li konferansa çapemeniya hikumeta federalî ya Elmanyayê (Bundespressekonferenz) ciwanên enternasyonalîst çalakiyekî pêk anîn û bal kişandin li ser greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Öcalan.
BERLIN – Li peytaxta Elmanya Berlînê îro ciwanên enternasyonalîst konferansa çapemeniya hikumeta federalî ya Elmanyayê ji bo çalakiyekî qutkirin. 4 çalakvan dixwazin bi vê awayî bal bikşînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Öcalan. Her wekî din ciwan tîfaqa qirêj ya dewletên Elmanya û Tirkiye şermezar kirin. Ser pankartên ciwanan “7000 kes li greva birçîbûnê ne“ û “Ji bo Rojava Serî Hilde“ tê nivîsandin.
Di Konferansa çapemaniyê de nûnerên hikumeta Elmanyayê wekî Steffen Seibert jî tevlîbûn. Çawa ku çalakî hate destpêkirin, weşana zindî dan sekinandin. Berî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin derxistin, çalakvan axaftinekî kin kirin. Axaftina ciwanan wiha ye: “Em îro li vir in, ji bo em bal bikişînin li ser greva birçîbûna 7000 hezar mirovan, ji ber ku ew di çapemeniya Elmanyayê de qet naye behskirin. Em hevkariya siyasî û leşkerî di nava dewleta Elmanya û rejima AKP’ê şermezar dikin. Çalakvanên greva birçîbûnê daxwaza şikandina tecrîda li ser Abdullah Öcalan dikin. Çalakvan ji bo guhertinekî demokratîk li Tirkiye têdikoşin. Çekên Elmanyayê ji Kurdistan derxin!“
Störung in der laufenden Regierungspressekonferenz: Statt Transparenz gab's heute Transparente. Aktivisten protestierten gegen deutsche Waffen im türkischen Krieg gegen die Kurden #BPK pic.twitter.com/dqPbq0APyO
— Tilo (@TiloJung) 8. Mai 2019