STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo bi miwekîlê xwe, bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hevditîn pêk bibine di nava 8 salan de nêzî 811 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heri dawî di 2’ê Gulana 2019’an piştî 8 salan parêzerên Ocalan çûn greva Îmralîyê û hevditîn pêk anîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica ku di hevditîna herî dawî de çûbû gel Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica û Newroz Uysal bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re piştî 8 salan hevditînek ku nêzî saetekê domiya pêk anîn. Parêzer Rezan Sarica herheqê detayên hevditînê ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî.
* Bi kurtasî û awayekî giştî dikarin çarçoveya dadmendî ya hevditînê vekin?
Ji 22’ê Tirmeha 2016’an vir de bi berdewamî dadgeh biryarên qedexe û ne li rê yên dijî hiqûqê didan. Lê pêşîya vê jî bi awayek fîlî dihatin astengkirin. Herî dawî bi li dijî derketina me ya hemberî biryara qedexê ya 13’ê Adara 2019’an di 17’ê Nîsanê de Dadgeha Cezayê Giran ya Bursayê qedexê rakir. Û 22’ê Nîsanê da danezanî dan me. Encama serlêdanên me yên domdar de 2’ê Gulanê de dan zanîn ku ji çar parêzerên ku daxwaza serlêdanê kirinê didu dikarin hevdîtinê pêk bînin û hevdîtin pêk hat. Dema em li biryara dadgeha ku biryara rakirina qedexê dinêrin, derdikeve holê ku biryarên qedexeyî yên pêşîya vê jî xwedî palpiştî û rêzikek ku xwe hildipesêrinê ninîn. Îro jî binasîyên hiqûqîyên ku vê qedexê rakirin sala çûyî jî û saltira din jî hebûn. Ji vê hêlê ve divê em bidin nîşandan ku tecrîda Îmralîyê rewşek sîyasî ya ku bi awayek hiqûqî nayê dîyarkirin e.
* Çavdêriyên we derbarê hevdîtinê de çi ne?
Ji bo hevdîtinê piştî ku em ji prosedurên rûtîn derbas bûn dema li pêrgîngehê disekinîn ji jûra hevdîtinê ya parêzer dengê xurt yê Birêz Ocalan dihat. Dema em derbasî jûrê bûn jî amade bû. Li ser pê pêşwazî li me kir û silav da. Di destê wî de jî metinê bangewazîya me ya ku me bi raya giştî re parvekiribû hebû.
Divê bidim zanîn ku ev hevdîtinek ku xwedî girîngiyek dîroki ye. Divê wek serkeftina grevên birçîbûnê yên ku bi mehan e didome bê dîtin. Lê hêla nîşandana bibiryarbûna helwesta aşîtîyane ya Birêz Ocalan jî hevdîtinek girîng bû. Tê fehmkirin ku nîqaşa niha dimeşîne nîqaşek kûrtir ya ku nîqaşên berê jî di xwe de dihundurîne ye. Ji serdema Ozal ve heta îro jî 24-26 sal e ku heman niqaşê de ye û heman têkoşînê dimeşîne. Divê nirxandinên ku dike bi partiyek sîyasî ve an bi revebirinek ve neyê girêdan û fehmkirin, bi geşedanên sîyasî jî divê bi awayek sînordar nêzîkayî pê neyê danîn lewre ev nîqaşek kûrtir û dîrokî ye. Lehûrbûnên li ser dewlet û demokrasiyê, welat û herêmî re. Ev rewş lehûrbûnê ji salên din xurttir îfade dike. Bi giştî baş dixuya, bi qewet bû û moralê wî li cih bû. Bixwe îfade dikir ku ji aliyê fikir bihêz e û alîyê zîhnî jî xwe bihêztir kiriye.
* Derbarê Grevên Birçîbûnê we miwekîlê xwe agahdar kir?
Ji xwe rewşê dizaninû lê dîsa jî derbarê rewşa dawî de pirs kir û me jî derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û li derve didomin agahdar kir.
* Di metinê bangewaziyê de tenê navê miwekîlê we tunebû navên girtiyên dîtir jî hebûn gelo miwekîlê we û bi girtiyên din re hevdîtinan pêk tîne?
Destpêka hevdîtinê de da zanîn ku bi miwekîlê dîtir re bangewaziya navborî amade kirine. Dema me mercên hevditîna wan jê pirs kir, dîyar kir ku hev dibînin û rewşa wan ya tendûristî jî baş e. Lê destûr nehat dayîn ku em wan bibînin.
* Herî dawî, piştî 8 salan we miwekîlê xwe re hevdîtinek pêk anî. Di pêkhatina vê hevdîtinê de bandora berxwedana greva birçîbûnê heye?
Bersiva vê pirsê miwekîlê me da, metina ku bi raya giştî re hat parvekirin de ji bo vê mijarê bendek veqetandibûn. Derbarê grevên birçîbûnê de dida zanîn ku rêzê li hember îrada wan digre, ji serdema 82’an ve ye ku nêrînên wî dîyar e, divê zirarê nedin xwe û laşê xwe, naxwaze ku bên sînorê herîfandin û mirinê. Li gel vê da zanîn ku sedemek dîtir ya bangewaziyê jî ev grev in, bandora grevan jî heye. Vê hêlî ve spasiyên xwe ji hemûyan re kir.
NC/Aldar DİREN