AMED – Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Şakranê, nivîskar Mehmet Yavûz ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Yavûz, di sala 1994’an de hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. hat diyar kirin ku ji ber tansiyona Yavûz zêde bûye çavê wî yê çepê hew dibîne.
Yavûz, nameyek nivîsand û bi rêya malbata xwe şand. Yavûz, bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyan.
Yavûz, destnîşan kir ku ew baş hay ji komkujî, mirin, êş û xirabiyên modernîteya kapîtalîst hene û got: “Lê ez bawer dikim ku wê ev hemû bi dawî bibin. Beriya çalakiya greva birçîbûnê hestên cuda li min peyda bûn. Hîsiyata destpêkirina çalakiyê heyecenek li mirov peyda dikir. Di 28’ê Sibatê saet di 24:00’an de min haziriya xwe kirû paşê ketim nav nivînên xwe. Ji bo rakevim min çavên xwe girtin. Lê her hal ji ber kêfxweşiyê bû xew bi çavê min neket. Ketim nav xewn û xiyalan. Ez û rojê bûn yek û tîrêjên wê di serê min û dilê min de candar dibûn. Cîhan ber bi xeweke giran ve çû, ez û hîsên xwe jî ber bi tenêtiyekê ve. Naxwazim ji wan xiyalên xwe yên min ji qedexeyan çêkirin hişyar bibim. Lê axirê ez radibim, paceya jengargirtî vedikim, li asîmanan dinerim, bêhnê distînim û destê xwe vedikim. Wekî dua bikim, ez û rojê dibin yek û dîsa diketim nav xeyalan. Lê tu carî duayên min nehatine qebûlkirin û kes dengê min nabihîse.
Belê, eger duayên min hebûna, ji bo pêşerojê ez ê ji her kesî bêtir biperpitiyama û hewl bidana. Wê agirê şidet, taciz, tecawiz û nefretê ev qasî gur nebûna. Wê ji bo agirekî ev qasî zêmar nehatana lewbandin û destan nehatana nivîsandin. Halbûkî cîhan bahçeyeke gulên rengîn û cuda ye. Devereke ku her reng û bêhn lê hene, lê tê qirêjkirin û kes bi qîmeta wê nizane.
Niha qîmetdarên me di dest kesên xwenenas de ne. Carinan dibêm xwezî di serdema ku her kes bi xwezayê û wekhev dijiya de bijiyama. Niha mirov bûye xerîbê mirov, mirov bûye xerîbê xwezayê. Cara ewil e ku em ê di vê pêvajoya çalakiyî de xwe bigihînin rêberê xwe.”
Heta niha bi navê “Feminizmden İdeolojiye”, “Ax û Xwin 1” û “Xeyalên Nivcomayî” sê pirtûkên Yavûz hatine weşandin.