DÎLOK – Çalakiya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê berdewam bike. Bi hezaran girtî bi mehan in di greva birçîbûnê de ne. 15 girtî jî 10 rojin di rojiya mirinê de ne. Yek ji girtiyên PKK’ê ê di greva birçîbûnê de ye Îsmaîl Tuzun e. Tuzun, ji sala 2003’yan ve ji doza PKK’ê girtî ye. Tuzun ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Tuzun, bi rêya malbatê peyam da û wiha got: “Heta daxwazên me pêk bên em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”
ÇALAKIYAN MEZIN BIKIN
Tuzun, xwest li şûna hêsiran çalakî bên xurt kirin û wiha got: “Dîlopek hêsirên çavên dayikan jî gelekî bi nirx e. Lê li dijî pergala faşîst li şûna hêsira çavan lazim e berxwedan bê pêşxistin. Çalakî bên mezinkirin. Çalakiya dayikan me li vê derê motîve dike û biryardariya me jî zêdetir kiriye. Di encama vê berxwedanê de heke mirin jî hebe em ê çalakiya xwe nîvco nehêlin. Heta encamgirtinê jî em ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin. Em ê bi vê çalakiya xwe berxwedêna li derve û zindanan bigînin hev. Çalakiya me li dijî bêdengiya dewletê û raya giştî hat bi pêşxistin lê bêhestiyariya ku hêjî dewam dike di heman demê de tê wateya cînayetê. Wekî ku Bobby Sands ji bo çalakiyên greva birçîbûnê gotibû; ‘ew dibêjin em întihar dikin lê na ev cînayet e’ bicihneanîna daxwazên me yên mirovî û meşrû tê wateya cînayetê û kesên ku li dijî vê cînayetê bêdeng dimînin ew jî dibin hevkarê vî sûcî.”