NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 145’an de ji aliyê koma 49. ve hate dewir girtin.Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê destpê kir.
Di merasîma dewirgirtinê de li ser navê koma 48’emîn Sebirya Îşlek axivî û got; “Em jî weke koma 48’emîn xêrhatina koma 49’emîn dikin. Em dibêjin heta em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe neşîkênin Rêber Apo azad nekin faşîzmê ne hilweşînin wê berxwedana me berdewam be. Em ê vê faşîzmê hilweşînin, herî dawî parêzer çûn gel Rêbertî. Dîsa jî kêfxweşiyek mezin bû, lê belê ev hevdîtin ji bo şikandina tecrîdê kêm bû. Pêwîste dewlet hîn gavên mezintir bavêje wê ev yek ji bo dewlet jî wê hîn baştir be. Ew mirovên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin em bang li wan jî dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin û êdî dengê qêrîna berxwedanvanên di zindanan de û çalakvanên di greva birçîbûnê de bibihîsin.”
Îşlek axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sibe jî wê 15 hevalên me bikevin rojiya mirinê. Berê jî 15 hevalên me dest bi rojiya mirinê kiribûn. Êdî 7 hezar mirov ji bo Rêber Apo canê xwe dikin feda. Em jî piştgiriya wan dikin. Em dibêjin êdî bese. Divê ev tecrîd dawî lêbê û bêşikandin. Em ê bi berxwedana çalakgerên Leyla, Fadîle û zîndanan serkeftinê misoger bikin. Wê berxwedana me bidome, heta ku tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bidawî nebe.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, Bê Serok Jiyan Nabe’ û Bijî Berxwedana Zindaniyan’ bi dawî bû.