NAVENDA NÛÇEYAN
Serê sibê bû. Bernameya Serokatî hertimî diyar bû. Car bi car guhertin dida çêkirin. Lê belê, li gorî seatên ku xwe eyar dikir dikarîbû li gorî wê tevbigere. Me jî hişedariya xwe dikir û xebatên xwe dikir, lê belê em pir di westiyan. Ev westandina me ji, ji ne fêm kirina me ya Serokatî û ji ciwantiya me dihat. Ji mere pir giran dihat. Serê sibê seat 5 hemû heval razayî bûn, ez jî rabûbûm. Min ne di xwest serê sibê zêde birazim. Min jî got; “ezê herim hewşê bişum.” Min hem xortuma avê anî hem jî mesaha. Min girt destê xwe û ez çûm. Derdorê hewz pir mezin bû. Cihekê fireh jî bû. Di nava baxçê de qorîdor hebûn. Bexçeyek pir fireh bû, piranîna wan jî dar bun. Darên cur be cur tê de hebûn. Min jî wan deran paqij dikir. Carekê de çavê min li jorê ket, Serokatî li min di meyzand. Ez di rewşekê amede de sekinîm. Serokatî li min meyzand û çû. Min jî zêde nexist fikrê xwe. Di seat heştande Serokatî xwe berda jêrê, ez wê demê hişedar bûm. Hevalên ewlekariya Serokatî digirtin hebûn, lê belê em hevalên ku di malê de jî diman, di warê hişedariyê de me jî alikariya wan hevalan dikirin.
Piştî seat heştan ez hişedar bûm û li baxçê dimam. Pisîkekê di wir de derbaz bû lê min ferq nekiribû. Dema ku min hewş şûşt û şunde, bi yek kêliyê de pisîk derbaz bû bû û bi lingê wê ve hinekê herî jî hebû. Ji bo wê jî dema ku derbaz bû bû şopên wê yên herî li hewşê çê bû bû. Min jî bal zêde nedabû yê. Li ber çavê min jî neketibû. Serokatî dakete jêrê ji bo derdorê baxçê bigere. Di heman demê de Serokatî bi hevalan re dahûrîn jî di da çêkirin. Serokatî hat ez di amedê de sekinîm. Min jî got dibe ku Serokatî derbaz bibe. Serokatî got; “kê vir qirêj kiriye heval.” Ji kelecana min jî got ez nizanim Serokê min. Ez ketim panîkê. Serokatî got; “çawa tu nizanî, aha şop heye hinekan vê derê qirêj kiriye.” Herîyekê pir biçûk hebû. Pir nedixuya. Lê bala Serokatî pir kişandibû. Min ji di dilê xwe de têra xwe ji pisikê re got. Min di dilê xwe de di got ma qey dem nemabû ku tu vê kêliyê li vê derê re derbaz bû. Bila Serokatî çûbana tu pişt re derbaz bibûna. Min got gelo wê Serokatî ji min re çibêje. Serokatî got; “zu vê derê paqij ke wê heriyê dayne li ser destê xwe û bibe. Ew herî ber tiliyê min nediket. Lê bi zorê be jî min ew ax danî li ser destê xwe û min avêt. Ez li ser linga sekinîm û min li Serokatî nêrî. Serokatî serê xwe hejand û zanîbû ku min jî wan deran paqij kiriye. Serokatî got; “heval ne hêle ku kes pêl keda te bike. Keda te gemar bike temam.” Min wê demê fêm kir ku Serokatî dixwaze peyam bide. Kî dibe bila bibe ger ku mirova ked da pêwîst dike ku, çi dibe bila bibe ev ajal jî dibe, pêwîste mirov destur nede ku pêl keda mirovan bike. Armanc li keda xwe xwedî derketin bû. Serokatî hem li keda xwe hem jî li ya hevalên xwe xwedî der diket.
Sozdar Endîwer