QAMIŞLO – Berdevkê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dagirkeriya dewleta tirk li ser Efrînê konsepteke û dîwarê tê lêkirin jî wê gele Efrînê di pêvajoya pêşiya me de hilweşîne û wiha axivî: “Bi çi awayî dibe bila bibe, Efrîn wê disa bê stendin. Cuda rê nine.”
Berdevkê PYD’ê Salih Muslim dagirkeriya li ser Efrînê û bûyerên sîyasî yên herî dawî ji ajansa me Nûçe Ciwan re nirxandin.
‘DI MIJARA HERÊMA EWLEH DE TU ENCAM TUNE’
Salih Muslim diyar kir ku ji bo herêma ewleh komiteyek hatiye avakirin û ev komite ji milê wi, tê şopandin. Herwiha QSD (Hêzên Sûriya Demokratîk) û Rêverbiya Xweser jî wê komiteyê dişopînin. Li gorî şopandina wan ev komite negihiştiye encamekê. Salih got ku hebûna Tirkiye li vir nayê qebûl kirin û ew jî bi heman helwestê nêzî bûyerê didib, lê ev niqaşana gihiştine kijan astê naye zanîn.
‘GELÊ EFRÎNÊ WÊ DÎWARÊ DAGIRKERIYÊ HILWEŞÎNE’
Salih Muslim di mijara Efrînê wiha axivî: “Dagirkeriya dewleta tirk li ser Efrînê konsepteke, di vê mijarê de hemû hesan tawîz daye tirkiye. Dewleta tirk a dagirker berê jî bi wan rêbazan herêman dagir kiriyê û demografiya herêmê guhertiye. Niha jî li Efrînê heman tiştî dike. Ev dîwarê dagirkeriyê ku li Efrînê tê lêkirin jî bi vê armancê ye. Bi vî dîwarî dixwaze hatin û çûyinan zehmetir bike, rêyên cudan bixe bin kontrola xwe û dixwaze mirovên ku dewlet guncav dibine li wir bicih bike. Dewletên wek Rusya vî dîwarî înkar dike, lê gelê Efrînê wê vî dîwarî bi hêza xwe hilweşîne.”
‘BI ÇI AWAYÎ DIBE BILA BIBE, EFRÎN WÊ DISA BÊ STENDIN’
Salih Muslim diyar kir ku bi çi awayî dibe bila bibe, Efrîn wê disa bê stendin. Di berdewaiya axaftina xwe de wiha axivî: “Dewleta dagirker a tirk li herêmê çeteyan xwedî dike û li gorî berjewendiyên xwe bikar tine. Li dijî vê yekê jî berxwedanek tê meşandin û pevçûn di vî milî de ne çare. Welatek biçe erdê welatekî din dagir bike û hem jî erdê wê îlhaq bike, ev yek nayê qebûl kirin. Taliya talî dewleta dagirker a tirk wê ji Efrînê derkeve. Lê bes ne ew tenê hemû çeteyên wan jî ew ê derkeve. Cuda rê nine ji bo wan. Ji bo me jî ev yek sereke ye. Em di vê mijarê de tawîz nadin, çi dibe bila ibe Efrîn wê bê stendin, cuda rê nine.”
‘JI BO ÇETEYÊN DAIŞ BÊN DARIZANDIN KOMÎTE HATE AVAKIRIN’
“Di mijara xelasbûna DAIŞ’ê di Sûriyê de û dadgehkirina wan de Salih Muslim ev nirxandin kir: “Piştî rizgarkirina herêma Baxozê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê komîteyek hate avakirin. Hevditînê vê komîteyên bi dewletên navnetewî re didomin. Di destê Rêveriya Xweser de bombeyek heye û ev bombe her kêlî dikare biteqe. Pêwîstî bi çareseriyekê heye, pêwîste dadgehên navnetewî bê avakirin û di hizûra gel de DAIŞ’î bên darizandin“
‘ÎDÎAYÊN KU QSD BI DEWLETA DAGIRKER YA TIRKIYE RE HEVDITÎNA DIKIN NE RASTIN!’
Li gorî gotegotan QSD (Hêzên Sûriya Demokratîk) bi dewleta tirk a dagirker re hevditîna dike, ev îdîayên ku di rojevê de ne şaşin. Tu hevditîn navbera QSD’ê û dewleta dagirker a tirk de tune. Salih Muslim wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan hevsengiyên li Sûriyê, Rojava û Rojhilata Navîn pir baş dizane. Tiştên ku birêz Ocalan gotiye nîşan dide ku Rêverberiya li vir li ser riya raste. Rêverberiya li vir bi Ereb, Êzidî, Ermenî û Sûryanan re xebatekî hevbeş dimeşînin. Bi fikra Netewa Demokratîk hewldidin tiştan bikin. ”
‘GER BEHSA AŞÎTIYÊ Û HEVDITÎNA DIKIN, PÊWÎSTE DESTPÊKÊ MIJARA EFRÎN ÇARESER BIKIN’
Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de beha ev mijarê kir: “Li qadên Şoreşê ji destpêkê heta niha li dijî Tirkiye dijberiyek nehatiye kirin û nayê kirin. Me tucarî gefan li Tirkiye nexwariye. Em dixwazin pirsgireka xwe ya nava Suriyê çareser bikin. Heta niha guleyek ji milê me berbi Tirkiye neçuye. Tersî vê, Tirkiye hertim êrîş kiriye û dagir kiriye. Êrîş hertim ji milê Tirkiye ve hatiye, Rêverberiya Xweser hertim riyên aşîtiyê şopandiye. Ger beha aşîtî û hevditîna tên kirin, pêwîste destpêk mijara Efrîn bê çareserkirin. Ji milekî li aşitiyê digre, ji milê din jî dagir dike. Bi rastî jî pêwîstî êdî di vî milî de hin tişt bên kirin. Paya mezin dikeve ser milê Tirkiye. Pêwîste niyata xwe di kirinê xwe de diyar bike. Ev jî dikare ji Efrînê destpê bikin. ”
NC/ FARAŞÎN SÎDAR -ANDOK OZGÛR