ŞEHBA – Komcivîn bi beşdarbûna bi sedan jinên ciwan ên Herêma Şehbayê , şandeyek ji Yekîtiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl li Kampa Serdemê ya li Şahbayê hat li darxistin.
Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, Axaftina destpêkê ya Komcivînê ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer ve hate kirin. Jiyan anî ziman ku jinên ciwan bingeha civakê ne, rizgarkirin jin bi perwerdekirinê ve destpê dike, beşdarbûna jinên ciwan di nava çalakiyan de serkeftinek e.
Paşê endamên dîwana Komcivînê ji 5 kesan hatin hilbijartin.
Senevîzyonek li ser berxwedana Jinên Ciwan li hember Sîstema Kapîtalîzmê û serhildana ciwanan li tevahî parçeyên Kurdistanê hate pêşandan.
Komcivîn bi nîqaşên rewşa rêxistinî berdewam dike.