AMED – Li Amedê, dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê dene, ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin bi rojane dimeşin û çalakiya rûniştinê pêk tînin. Dayikên laçik spî îro jî derketin kolanan û xwestin bibin dengê zarokên xwe. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan dayîkan.
Dayikên li Parka Koşûyolû ya dibin ablukeya polîsan de kom bûn, xwestin li vê derê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê polîsan destûr nedan ku dayik bikevin parkê û çalakiya rûniştinê li dar bixin.
Dayik li ser vê yekê berê xwe dan Komelaya TUAY-DER’ê û dest bi meşê kirin, lê polîsan bi ava şik a wesayetên TOMA mudaxileyî dayikan kirin. Di dema mudaxileyê de, hin dayîk ji der hişên xwe çûn.
Polîsên ku dayik ji hev cuda kirin û kirin du kom, hin dayik binçav kirin. Polîsan hin rojnamegerên ku bûyer dişopandin derp kirin.
Polîsan rojnameger ji cihê bûyerê dûr kirin, her du komên dayikan ên ji hev cuda kirin, dorpêç kirin. Di heman demê de mudaxileya li dijî dayikan dewam dike.