NAVENDA NÛÇEYAN – Li Emînonu li Çarşiya Misirê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, xizmên girtiyan bi destê hev girt û “zincîra jiyanê” çêkirin. Di dema vê çalakiyê de malbatan dirûşmeya “Bila tecrîd bi dawî bibe, Leyla bijî” û “Bijî berxwedan zindana” berz kirin.
Malbat bi vî awayekî qederekê meşiyan, lê belê polîsan mudaxileyî wan kir û rojnamevan Zeynep Kûray jî di nav de 8 çalakger destgîrkirin.