MEXMUR – Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmurê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Kajîn Ozek ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Hin pevajo hene ku jî bo parastina hebuna xwe, dive mirov berdelen pir giran bide. Ev pevajoya em têdene jî pêvajoyekê wisaye ,jinên Kurd,ciwanên Kurd hemu hucreyên laşê xwe feda dikin. Dîroka azadîya gelan de pêvajoyên bexwedanên bî vî awayî herdem çêbune û bî serhîldanan gîhîştîne serkeftinê. Dîroka azadîya gelê Kurd de jî çawa ku berxwedana 14 Tîrmehê hemberî faşîzma dewleta Tirk a dagîrker veguherî şerê çekdarî û rîhê 15 tebaxê bi xwe re afîrand , wê çalakîyên grevên bîrçîbuyînê jî rîhê serhildanan zîndî bikin û wê veguhere şerê gel ê şoreşgerî.”
“HETA KU RÊBERTIYA ME AZAD NEBE , EM NIKARIN JIYANEK AZAD JIYAN BIKIN.”
Ozek balkisand ser Tecrîda ser Rêberê Gelan abdullah Ocalan û girevên rojiya mirinê û got; ”Tecrîda ku li ser Rêbertîya me tê meşandîn. Berxwedan her roja ku dîçe mezintir dibe. Em jî wekê tevgera jînên cîwanên Mexmurê hemu çalakgerên grevîn bîrçibuyîne û berxwedêrên ku ketîne rojîya mîrînê
Slav dîkîn li zîndanan de grevên bîrçîbuyînê veguherandîna rojîyên mirînê tekoşînê bilindtîr kîrîye û jî bo me tevahî jin û ciwanan bûye pîvana tekoşîn û berxwedanê. Dîve jî alîye tevahî cîwanan ve bê zanîn heta ku em Rêberê xwe azad nekin nikarîn jîyanekî azad û bî wate jîyan bikin. Bê guman di vê pêvajoyê de ên ku xwedî li van çalakîyan derbikeve van çalakîyan veguherîne serhildanên gel û Rêbertî azad bike hêz û dînamîka ciwanane. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a faşîst erîşên xwe yên li ser çalakgeran û dayîkan zêdetir kiriye. Bê guman ev erîş, tirsa dijmin ya ji çalakîyên gel nîşan dide.“
Her wiha di dawîya daxuyaniyeda bang li hemu jinên ciwan kir;”Tevahî jinên ciwan ku alîyê exlaqî ,wîjdanî û cîvakî de xwe berpîrsyar hîsdîkîn pêwîste hemberî van erîşên faşîzan dakeve qadan , helwesteke radîqal nîşan bîde û çalakîyan lîdarbixe. Taybet jinên cîwanên Bakurê Kurdistanê û tevahî jinên ciwanên Kurd jî bo azadkîrîna Rêbertî û mezinkirîna şerê gel ê şoreşgerî pêwîste erkên xwe yên peşengtîyê pêk bîne û mezinkirina serhildanan de rola xwe bileyze. Em jî wek tevgera jinên ciwanên Mexmur heya Rêberê xwe azad nekin em dev ji tekoşîna xwe bernadin . emê berxwedana ku çalakgerên grevên birçîbûyînê dane destpêkirin bigihîjînîn asta herî jor. Li ser vê esasê em bang li tevahî jinên ciwanên Kurd dikin ku rabin ser xwe û bi şîara ‘ Tecrîdê Bîşkîne , Faşîzmê Hilweşîne û Rêbertî AZAD BIKE ’ dakevin qadan û tekoşîna xwe bilindtir bikin.”
NC \ Nuda Avyan