KOBANÊ – Di her welatê de ji ber hin sedemên wekî şer, nakokiyên malbatê mijara zarokên bêkes derdikevin holê. Rêveberiya welatan ji bo ev zarok sêvî nemînin û bikaribin pêşerojekî baş destbixin hinek rêbazan bikartînin.
Di nav Şoreşa Rojava û şerên ku gelê herêmê li dijî terorê dane de, gelek zarok sêwî man. Bi taybetî jî li bajarê Kobanê ev hejmar zêde ye. Bajarê Kobanê li rastî gelek êrîşên çeteyan hat û gelê herêmê bi berxwedaneke mezin li hemberî van êrîşan sekinî. Çeteyan xwestin komkujiyan pêk bînin û di van êrîşan de gelek malbat hatin qetilkirin û gelek zarok jî sêwî û bêkes man. Ev zarok bi hejmarê xwe niha ne gelek zêde mabin jî, rastiya hejmarekî heye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ji bo zarokên bêkes bêxwedî nemînin hin projeyan pêşxistine. Projeya ku di xebata Desteya Jinê de pêk tê di bin sîwana Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê de hatiye avakirin. Wek navê projeyê “Keskesora Alan, Hêlîn û Perwerdeya Zarokan” hatiye binavkirin. Bi vê projeyê zarokên ku bê dê û bav mane li vir tên parastin û perwerde kirin. Projeya ku salek berê qediya û dest bi pratîkî kir bi zarokên 6 mehî heta 14 salî pêk tê.
Mala Sêwiyan ji 2 avahiyan pêk tê. Avahiya yekem ji 3 qatan pêk tê. Zarok tê de perwerdeyên xwe dibînin. Avahiya duyem, zarok tê de dijîn. Her du avahî tevî baxçeyekê û cihê lîstokan, ji 21 jûran pêk tên. Di heman demê de din av vê xebatê de gelek jin jî ji bo zarokan binerin dixebitin.
Zarokên ku di vê derê de dimînin di heman demê de perwerdeya zimanê Kurdî, hûner û werzîşê dibînin. Ji ber ku proje bi kêm derfetiyan ava dibe, hêj milê wê yê kêmasiyê heye. Ji bo ev der zêdetir were pêşxistin Weqfa Jina Azad di hewldanê de ye. Niha ji bo zarok bikaribin kompîterê fêr bibin fêrgeh tê avakirin.
Ji bo zarokên bêkes serdanê welatiyan jî pêk tê. Jin û ciwanên Kantona Kobanê hinek rojan tên serdanê zarokan dikin, diyarî digirin ji wan re û bi wan re dilizîn. Di nav xebatê de heman demê de ji bo dêrûniya zarokan cihekî Pedagolojî jî hatiye çêkirin. Ji rêveberiya Weqfê em fêr di bin ku ev proje hêj zêdetir were pêş xistin û heya zarok bikaribin bi tenê sere xwe bijîn wê di bin vê sîwanê de werin parastin.