RIHA – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Rihayê yê berê Mehmet Vural bi boneya beşdarî şermezarkirina Komkujiya Roboskî bibû û ceza lê hatibû birîn, vê sibehê cendirmeyan bi ser mala wî ya li taxa Kela Çimdînê ya Wêranşarê ya Rihayê de girt û ew binçav kir.
Hat zanîn ku Vural bi hêceta beşdarî protestokirina kuştina 34 welatiyên Robsokî bûye 5 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn. Vural piştî birin Dadgeha Rihayê û biryara girtina wî li pêşberî wî xwendin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê