NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Balafirên dewleta Tirk îro carek din Dola Soî Bapîr û Geru Kewert ya dikeve ser herêma Bradost bombebaran kir.
Li gorî agahiyan balafirên dewleta Tirk beriya niha saetek herêmê bomberan kiriye. Li gorî agahiyên ku xelkê herêmê dane ajansa me, di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihiştiye rezê xelkê gundên herêmê. Herwiha hate gotin ku ziyanek mezin gihiştiye jîngeha herêmê jî. Ji ber êrîşê xelkê herêmê tirsek mezin jiyan kirine.