SÊRT – Walîtiya Sêrtê ji bo sererastkirina çalakî û şahiyên li tevahiya bajêr pêk werin biryarek girt. Li ser daxwaza Miduriyeta Emniyeta Sêrtê di biryara hat girtin de bi hêceta çalakiyên greva birçîbûnê bi dema 15 rojan kolan û qadan li çalakiyan qedexe kir. Qedexeyê ji 9’ê gulanê dest pê kir û dê heta 23’ê gulanê dewam bike.