NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên bi dest ketine, artêşa Tirk a dagirker, li herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê 24 saetan sînorên 79 gundan çavdêr dike û ji saet 22.00′ ê şev heta saet 06.00’ê sibehê hatinûçûna welatiyên wan gundan hatiye qedexekirin.
Qedexeya hatinûçûnê û çavdêriya ji aliyê balafiran re bûye sedem ku welatî di dema pêwîst de nekarin serdana nexweşxaneyan bikin. Ji ber ku di dema saetên hatinûçûn hatine qedexekirin de, her welatiyek bi wesayîtê hatinûçûnê bike, artêşa Tirk rasterast gulebaran bikin.
Ev kiryarên artêşa Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê bûye sedema fikarên welatiyan. Bi taybet wan gundên ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.