AMED – Li Amedê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Hozan Mizgînê (Gurbet Aydin) bi bîr anîn. Dayikên Aştiyê, Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de gelek eks tev li çalakiya bîranînê bûn.
Dayika Aştiyê Nezahat Teke di çalakiyê de axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Sibê Roja Dayikan e. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne, ji bo me roja dayikan tune ye. Xelata herî mezin ew e ku daxwaza zarokên me bê qebûlkirin.”
Paşê di çalakiyê de behsa jiyan û hunera Hozan Mizgîn hat kirin. Çalakî bi stranên Hozan Mizgînê bi dawî bû.