KOBANÊ – Piştê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî DAÎŞ bi taybet li Kobanê, bi giştî li Rojavayê Kurdistan’ê û Bakurê Suriyê têk çû dest bi şerê taybet li ser ciwanan kir. Dewleta Tirk a ku êdî bi tevahî hêviya xwe winda kir û bawer kir ku nikarê bi rêya şer li Rojavayê Kurdistanê serbikeve dest bi dek û dolabên nû kir. Herî dawî bi operasyona Asayîşa Herêma Firatê li dijî fuhuş û maddeyên hişbirê derket holê ku ev kar hemû bi deste îstixbarata Tirkiye bi MÎT’ê ve tê kirin.
Asayîşa Herêma Firatê di derheqa bûyeran de ket şopa mijarê û gelek kesên ku wan karên xirab dikin xistin binçavan. Ev kesên ku hatine binçavkirin di mikur hatina xwe gotin ku ev karên qirêj a ku nav ciwanan dimeşînin bi rêya Dewleta Tirk a dagirker tê kirin.
Di derheqa mijarê de Rêveberiya Sucê Adlî ya Asayîşa Herêma Firatê Salîh Muhyîddîn ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvî û gelek agahî bi raya giştî re parve kir.
Salîh Muhyîddin dibêje ku; “Piştê şerê Kobanê li vê derê tevlîheviyek li vê derê hate kirin. Wê demê hinek li ser sînorên Bakurê cih hate vekirin. Lê bi zanebûn hate vekirin. Ji bo ev tevlihevî pêk were. Kesê ku xwestin vê tevlî hevî derxîn bi taybet ji Tirkiye, bi deste dewletê hatibûn şandin. Ji bo ciwanan bikşînin rêya xirab. Wekî ciwanên 12-13-14 salî xwestin bikşînin nav vê kare.
Me dijî vana hemleyek da destpêkirin û me hinek ji wan girtin. Piştê lêpirsînê hate fêmkirin ku ji ku derê, çigav û bi çi şêwazê ketine hûndir. Naskirine ku çawa ev gelê Kobanê bixwînin. Bi taybet ciwanan xwestin bixwînin vê karê. Demê dawî sînor hate girtin, piştre ji deriye Cerablus û Minbîcê van tiştan xistin hundir. Di heman demê de xwestin navbera Ereb û Kurdan de tevlî hevî lidar bixin. Li Dera Zorê jî DAÎŞ jî tiştên hişbirê wek derzî, heb xistin hundir.”
Muhiyîddîn wiha berdewam dike; “Piştê ku me van tiştan xiste dest, me hemleya li dijî van dan dest pêkirin. Bi Tevgera Ciwanan re hevpar him bikarin vana darizînin him jî ciwanan ji vê derxînin kar hate kirin. Pêwîste wek hemû sazî, meclis, komîn li dijî vê têbikoşin. Em hemalya xwe berdewam bikin da ku ciwanên xwe ji vê xilas bikin. Hinekê ji wan werin darizandin, hinek ji wan jî werin tedawî kirin û rizgar kirin.”
Herî dawî Salîh Muhiyîddîn dibêje; “Ev kes di mikur hatinê xwe de tînin ziman ku ev tiştên qirêj hemû bi deste Dewleta Tirk a dagirker bi wan hatine kirin. Em dikarin vê bi gelek tiştan jî ispat bikin. Ev tişt ji bo ciwan bikarin bikar bibin, bêpere didin wan. Hêzekî nekariye bi rêya şer serbikeve dixwaze bi van rêyan vê civakê bixîne. Lê em ê destur nedin ku van karan bikin.”
Hate zanîn ku Asayîşa Herêma Firatê li dijî van kirinên qirêj wê bi ciwanan re hevapr hemleyan pêk bînin. Her wiha Desteya Ciwanan jî bi pêngavekî nû li djî van kesan û planan bi şiyara “Serî Hildin, em ê bi hev re hişbir û fuhuşê biqedîn in” wê xebat bidin destpêkirin.