NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihan Mena Mangal li Qabûlê, Şemiyê bi êrîşeke çekdar hate kuştin. Mangal ku her wiha şêwirmendeke siyasî bû beriya bi çend rojan li ser medyaya civakî gotibû ew ditirse ku tiştek pê were kirin.
Ji ber kuştina Mangal li welêt xemgînî û hêrsekê xwe da der. Aktivîsên mafên jinan ji ber ku rayedaran Mangal neparastine helwest nîşan dan.
Mangal 3’ê Gulanê li ser hesabê xwe yê Facebookê gotibû gefa kuştinê lê tê xwarin lê jineke xurt ji mirinê natirse û hez ji welatê xwe dike.