ŞIRNEX – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan daxuyanî dan û rê girtin. Hevşaredara HDP’ê Songul Erden jî tevlî daxuyaniyê bû.
Xanê Babat a ku dayika girtiyan e di daxuyaniyê de axivî û got ku “Em dixwazin ev tecrîd rabe û em zarokên xwe hembêz bikin.”
Dayikan piştre bi çepik û tilîliyan rê girtin.
MÊRDÎN
Li Qosera Mêrdînê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan li Qada Azadiyê hatin ba hev. Parlementerê HDP’ê Tûma Çelîk û gelek endamên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn. Dayik bi qurnefîlan meşiyan û slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî jin bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê hatin ba hev û derbarê Roja Dayikan daxuyanî dan. Dayikan gotin ‘Em roja dayikan pîroz nakin, em dixwazin zarokên me bijîn.
Dayika Aştiyê Abîde Bayram got ku “Heta ku ev tecrîd ranebe em ê roja dayikan pîroz nekin.”
Çalakî bi tilîî û sloganan bi dawî bû.
RIHA
Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan xizmên girtiyan li Rêxistina HDP’ê ya Rihayê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 2’an de didome. Dayik û xizmên girtiyan bi slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ ji avahiya HDP’ê heta Qada Ahmet Bahçivan meşiyan.
Piştî daxuyaniya li vê derê girse dîsa bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ vegeriyan avahiya HDP’ê.