STRASBOURG – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.
Çalakgeran diyar dikirin ku tecrîd li ber şikandinê ye. Hefteya borî parêzerên Ocalan piştî 8 salan çûn hevdîtina wî. Çalakgeran diyar kiribûn ku ev nayê wateya tecrîdê û biryara geşkirina berxwedanê dabûn.
Îro jî gelek kes hatin serdana çalakgeran. Rêveberê HDK-Ewropayê siyasetmedar Demîr Çelîk û hunermend Zarîfe Zerîn jî hatin serdana çalakgeran.
Tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye. Herî dawîn Dr. Fahrettîn Gulşen çalakger mûayene kiribû û diyar kiribu ku tendirustiya çalakgeran xerab bûye.
Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê 17’ê Kanûna 2018’an dest bi çalakiya xwe kiribûn. Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî 147 roj in di greva birçîbûnê de ne.