MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ciwanên HDP’ê bi şahiyekê meclisa xwe îlan kirin. Şahiya li avahiya partiyê hat lidarxistin, wekîlê HDP’ê Tuma Çelîk jî amade bû.
Berî îlana meclise endamên meclise şanoyek pêşkêşkirin û welatiyên beşdarî şahiyê bûbûn kêfxweş bûn.
‘EM Ê ROJA CIWANAN DERXIN HOLÊ’
Piştre li ser navê Meclisa Ciwanên HDP’ê daxuyanî hat dayîn û ciwanan bal kişandin ser rola dayikan. Ciwanan destnîşan kir ku di têkoşîna azadiyê de barê ku bikeve ser milê ciwanan dê bînin cih û ev tişt hat gotin: “Em wekî ciwanên HDP’ê em ê li dijî polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê li ber xwe bidin, xebatên xwe yên civakî û hunerî bi pêş bixin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê dirûşim hatin berzkirin.
Şahî bi li ber muzîkê bi dawî bû.