ÎZMÎR – Meclisa Ciwanan û Meclisa Jina Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 186 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daye destpêkirin, li xaçerêya Alsancak a Îzmîrê çalakî pêk anîn.
Ciwanên HDP’î di dema çûn û hatine wesayîtan de bi destê hev girtin û dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Di wê kêliyê de jî rê, li hatin û çûna wesayîtan girtin.