NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Leyla Guven ev 187 roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe berdewam dike.
Çalakiya Nasir Yagiz 174 roj li pey xwe hiştin
Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 174’emîn de dewam dike. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 147’emîn de didome.
Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, 149 roj e berdewam dike. Li Londonê Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 61 roj e çalakiya xwe didomînin. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 79 roj e di greva birçîbûnê de ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalakiya greva birçîbûnê Leyla Guven dest pê kir, di roja 187’an de berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 114’an de bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe berdewam dike.
Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 72’emîn de berdewam dike.
Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.
Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malen xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 127 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 118, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 127 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 76 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.
Rojiya mirinê di roja 14`emîn de didome
Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 14`emîn de dewam dike. Navên 15 girtiyên di rojiya mirinê de wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.
JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN PÊK ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de bi çalakiya fedayî şehîd ket. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn.