NAVENDA NÛÇEYAN – Duh bi şev li ser rêya gundê Kiwêxa Hebîb ya dikeve ser navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale bavek bi kurê xwe ve hate kuştin.
Li gorî çavkaniyek ji polîsên Xaneqîn, êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêkhatiye. Çavkaniyê da zanîn ku çeteyan bi guleyan êrîşê otomobîla welatiyan kiriye û di encam de bavek bi kurê xwe ve hatine kuştin.
Eşîra Suremêrî bi daxuyaniyekê bang li hêzên ewlekariyê kir, daku gundê wan bi parêzin, ji ber ku gundê wan rastî êrîşên terorîstî tê û gelek malbatan gund bicih hiştine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gundê Hisên Meme yê li heman navçeyê ji ber êrîşên terorîstî hatiye valekirin.