STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi armanca biçim Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Uysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dinç, ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdanê de ji bo sibê û roja Înê daxwaza hevditinê kirin.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê Gulanê 810 caran serlêdan kirin û her carê bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye” “Koster xera beye”, “Koster di tamîrê de ye”, “OHAL” heye û “Xala 5275’an” destûr nedan ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê, bikin.
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarıca, piştî 8 salan yekem car di 2’ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.