STENBOL – 38 xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de yên xwestin balê bikişînin ser roja mirinê û grevên birçîbûnê yên dewam dikin, roja Pencşem û Înê li Sûka Misir û li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê beşdarî çalakiyan bûn û bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tuncçelîk, rojnameger Zeynep Kûray û endama OHD’ê Parêzer Arzû Kayaoglû re hatin binçavkirin, hat payin ku îro sewqî Edliya Çaglayan a Stenbolê bên kirin.
41 kesên li Şaxa Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Caddeya Vatanê cih digire tên girtin, serê sibê ji bo kontrola tenduristiyê bibin nexweşxanê.
Li bendêye ku 41 kesan, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyê bikin.