STENBOL – Çalakiya rûniştinê dayik û malbatên girtiyan a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û rojiya mirinê de ne li Qada Esenyûrt a Stenbolê bê navber dewam dike.
Polîsên ku demeke kin bi westayîtên TOMA û zirxî dor li dayikên ku li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, girtin, nasnameyên dayikan ber bi sîstema Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.
Di dema kontrola GBT’ê de bê ku hişyariyek bikin polîsan êrîşî dayikan kirin, 16 kes destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Amîriya Polîsan a Kiraçê.