COLEMÊRG – Li çoltera navçeya Gever a Colemêrgê, HPG’ê êrîşî herêma baregeha leşkerî kir û di êrîşê de leşkerekî dagirker ê Tirk hat kuştin. Waliyê Colemêrgê jî, derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand, êrîş û kuştina leşker pişt rast kir.
Hat diyar kirin ku li çoltera gundên Zere, Talane, Baze, Evîtûnûs û Matec ên çiyayê Cîlo ya girêdayî navçeyê Geverê, operasyona berî 4 rojan dest pê kiribû, dewam dike.
Li gorî agahiyan, di operasyona bi piştgiriya balafirên F-16 û helîkopteran dewam dike de, pevçûn tim rû didin.