NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên artêşa Tirk a dadgirker ji saet 11.45’an ve herêma Çiyadêl dikeve ser navçeya Sîdekan a ser bi Hewlêrê bombebaran dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên şer bi hemahengiya balafirên keşfê bê navber herêmê bombe dike.
Têgotin ku ji ber bombebaranê çûyîn û hatina gundên herêmê jî rawestaye û welatî ji tirsên balafiran nikarin sewalên xwe derxin derveyî gund û pincaran kom bikin.
Heya amadekirina vê nûçeyê jî têgotin hîn jî êrîşa balafiran dewam dike.