RIHA – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Serêkaniya Rihayê Hiznî Kilinç, piştî di operasyona li navçeyê pêk hat de hat binçavkirin û di 5’ê Çilaya 2017’an de hat girtin, di 13’ê Adara 2019’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê rêxistinê” 10 sal û 6 meh û bi îdîaya “Propaganeya rêxistinê kirin” jî 3 salî û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Parêzerê Kilinç Bekir Benek, li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê da. Daîreya 18’emîn a Dadgeah Edliyê ya Herêma Dîlokê duh dosya Kilinç lêkolin kir û derbarê wî de biryara berdanê da.
Kilinç ê ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kiribû, li mala xwe ya Serêkaniyê dewam dike.
Kilinç, diyar kir ku ew beşdarî danişîna li dagehê hat dîtin nebû û wiha got: “Di danişînê de hatim berdan. Ez 30 mehan girtî mam û ne libenda berdanê bûm. Ezê greva xwe ya birçîbûnê heya dawiyê li mala xwe dewam bikim. Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin, ezê çalakiya xwe dewam bikim.”