EDENE – Li Edenê, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê dene, ji bo ku daxwazên zarokên wan bên bi cih anîn îro jî daketin qadan û çalakî lidar xistin. Malbatên girtiyan, Parlementera HDP’ê ya bajêr Tulay Hatîmogûllarî, rêveberên HDP, DBP, HDK û TUAYDER ên Çûkûrova û gelek kes li Parka Îsmet Înonu çalakiya rûniştinê pêk anî. Polîsên ku park kirin ablûkê, yek bi yek nasnameya kesên beşdarî çalakiyê bûn di GBT’ê re derbas kirin.
Ligel astengiyên polîsan jî li ser navê girseyê Latîge Aydin axaftinek kir.
‘ZILM Û TECRÎD HEYE’
Aydin, diyar kir ku ew aştî, demokrastî, wekheviyê dixwazin û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li ser hemû gelane. Girtiyên me dibin zilmê dene û rastî heqaretan tên. Em dayikin û cigera me dişewite. Hemû girtî parçeyek canê me ne. Ew zarokên me ne û zarokên vî geline. Vê zilma li ser Ocalan rakin. Emê her roj li qadan bin û aştiyê biqîrîn. Bijî berxwedana zindanan. Aştî, aştî û aştî.”
Piştî axaftinê, girtseyê bi lêxistina çepik û berzkirina tilîliyan, derbasî avahiya HDP’ê ya Bajêr bûn.