KOBANÊ – Îro ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ya kantona Kobanê meşek berbi dîwarê dagirkeriyê destpê kiribû. Bi dehan Ciwanên Kobanê û gel beşdarî meşê bûn. Di meşê de weneyên çalakgerên rojiyên mirinê hatin hilgirtin û dirûşmeyên ji bo berxwedanê dihatin avêtin.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê me, dema ciwan û gel nêzî sînor bûne, leşkerên dagirker ên tirk bi guleyan êrîş bir ser çalakvanan. Ciwanên Şoreşger bi molotofan bersiv da êrîşen dewleta dagirker û birca ku leşker çavdêriya dîwarê dagirkeriyê dikir şewitandin.