NAVENDA NÛÇEYAN
Di gerdunê de hertim pir renginî û pir cureyî heye. Tene yek reng yek cins nîne. Yek cureyê gul û kûlîk an ji dar nine. Lê mixabin roja me da tene yek reng de nav gelek renganda dane pêş an ji yek cins dane pêş. Di gerdun û pergala zindiyan de nêr û mê hene, her wekî din ew mirovan de jî jin û mer hene. Heman tişt di nava mirovanda ji zayenda mer her dane peş û jin ji bin pe kirine. Ruxmê ku jin hêza wê ya ku zilam derbas bike heye, ew jî dibe sedemek nepijirandina jina azad û bin pekirina wê. Ger jin bibe xwedî îrade fikir, nêrin gelek tiştên mina neheqî, zilm, zordestiyê, koletiyê, desthilatdariyê nepijirine û li dijî wan bisekine ew jî di nava dilê desthilatdaran de tirseke.
Di civaka me de gelek jinên ku ewqas xirabiyan qebul nakin hene, di heman demê de xwesteka wan a buyîna xwedî hêz û îrade jî heye. Lê rê û rêbazên ku xwe dispêrê gelek caran ne rast derdikeve. Ji bo ku bi çavek bicûk û bê hêz li jinê neye meze kirin jin teqlide zilam dike. Di wateyekî din de hêza xwe wekî jin nade pêş û nade diyarkirin. Ji ber gelek lîstok li ser gel hatine lîstikandin. Jinek hinek, xwedî hêz be wekî zilamekî te pênase kirin. Lê ew derfet gelek caran jî nine, an jî heye temenekî jinenkî ciwan dikare bi îradeya xwe hinekî tevbigere. Piştî temeneki êdî wekî şermekî û bêrêzitiyê tê ditîn. Di nava civakê de, ango di civaka me de derfetê ku jin wekî jineki rengê xwe bide diyarkirin nine. Pêwîste ku her tişte ku be gotin be niqaş serê xwe bihejine pasîf be û qebul bike.
Li beramberî we gelek jin Serî hildan, qebul nekirin û li berxwedan. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo tevgera me PKK ava bû. Tevgera me têkoşîna xwe ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk û azadixwaziya jin dide meşandin.Yek ji lingên bingehin ya tevgera me PKK’ê azadiya jine ye. Bi pêşengtiya Şehîd Sara riya azadiya jine ronî bu. Bi têkoşîn û şerê ku Şehîd Sara daye meşandin her beşê jiyana jine azad dani. Jinên ku îro di nava tevgera azadî de cihê xwe digirin berhema têkoşîna Rêber Apo û pêşengtiya Şehîd Sara ye û dibin şopdarên riya Sara’yan. Di nava PKK’ê de bicihbuyîna jine bu sedema şikandina bendên koletiyê û kinê. Êdî wekî jin jiyana xwe jiyan dike. Sekna jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê dirokek nû dide pênasekirin. Ji bo vê jî PKK’ê ji bo jine Tevgera Tolhildanê ya li hemberî koletiyê ye.
Adar Kerboran
Çavkanî: Komalên Jinên Ciwan