AMED – Li Farqînê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Delila Meyaser û Şehîd Soro Farqîn li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li hemberî êrîşên li ser dayikan û ji bo piştgiriya berxwedanên grevên birçîbûnê rêzçalakî lidarxistin.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Delila Meyaser û Şehîd Soro Farqîn diyar kir ku ew ê destên dijmin yê dirêjî dayikan dibin bişkînin û heta berxwedan encamê bigre û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabanebe, ew di nava çalakiyan de bin.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Delila Meyaser û Şehîd Soro Farqîn çalakiyên ku lidarxistin wiha ragihand:
* 3’ê Gulanê saet 21:00’an de li dijî hevkarekî Akp’ê çalakî bi fîşekên hewayî û bombeya deng pêk hat. Ji ber bandora teqînê camê xanî şikestin. Polîsên dagirker piştî çalakiyê herêmê xist bin dorpêçê. Yekîneyên me bi awayekî ewleh ji herêmê derketin.
* 29’ê Nîsanê roja yekşemê ciwanên ku giredayî Yekîneyên Tolhildana Şehîd Delila Meyaser û Şehîd Soro Farqîn li dijî malek fuhuşê çalakiya bi bombeya deng lidarxist.