WAN – Li Girtîgeha Wanê, Ozhan Ceyhan ji 30’yê Nîsanê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di rojiya mirinê de ye. Ceyhan, nameyk şand. Di nameya xwe de ji bo raya giştî got: “Ez ji Erdîşa Wanê me. 33 salî me. Ji 5’ê Cotmeha 2018’an ve girtîme. Tiştê dizanim tenê ên ji bo pêşeroja civakê zindanan vediguherînin mewziyan berxwedêr in. Niha firsenda ji bo em bibin layiqê van pşeng û hevrêyên şoreşger n zindan veguhrandin mewziyan, ketiye destê me. Di rêya Mazlûm, Kemal û Semayan û gelek kesên fidakariyên mezin kirine bi minet dimeşim. Ev meş, meşa parastina jiyanê, ji bo aştiya civakê firsendek e. Ji ber di vê meşê de me serbilind im.”
‘BILA BAVÊ MIN DILRIHET BE’
Ceyhan, bilêv kir ku berê jî hatiye girtin û got: “Dema cara dawî hatim girtin û min li wesayîta zirxî siwar kiribûn, bavê min gazî min kiribû û gotibû ‘Ozhan, kurê min berxwedan jiyan e.’ Bila bavê min dilrihet be. Em ji bo aramiya hemû dayikan û civakê li ber xwe didin. Di 1’ê Adarê de min dest bi greva birçîbûnê kiribû. Heta tecrîd neyê şikandin em ê bi paş ve gav neavêjin.”
Ceyhan, di nameya xwe de anî ziman ku hesta şoreşger ji jiyîna rojên xweş wêdetir, rojên xweş bide jiyîn e û bal kişand ser sedema xwe ya ji bo rojiya mirinê: “Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û di asteke wisa de ye ku hindik maye mirov bimirin. Ev li me hin fikare peyda kirin û ev yek ji bo me bû ferman ku em gaveke wêdetir bavêjin. Ev gav, rojiya mirinê bû. Helbet, armanca hemû çalakiyan şikandina tecrîdê ye. Tenê hêzek heye ku kurd kirin xwedî nasname, ew jî Rêberê Gelê Kurd û rêberê gelên bindest Birêz Ocalan e. Ji bo rola wî ya di warê çareserkirina pirsgirêkan de bê astengkirin, tê tecrîdkirin. Loma divê şikandina tecrîdê ji bo me hemûyan bibe rêgezek. Rêgeza min a sereke ev e; wê ev tecrîd bê şikandin.”
‘DIVÊ GAVINE WÊREK BÊN AVÊTIN’
Ceyhan, got: “Em bi saya keda gelê xwe hatine heta niha. Niha xwedîderketineke mezin a ji bo çalakiyan heye. Tevî hemû ambargo û çewisandinan jî xwedîderketinek heye. Her çend ne di asta şikandina tecrîdê de be jî, lê ne dûr e jî. Wexta ev bêdengî û guhnedêrî bi temamî bê şikandin wê serketin çêbibe. Vîna vî gelî ji pola ye. A ku hêz û quwetê dide me jî ev vîn e. Evîna kurdan jî wisa ye. Roj, roja xwedîderketina li vê evînê ye. Armanca min şikandina tecrîdê ye da gel bêhnê bistînin. Ji bo em bi hev re bis er bikevin, bar dikeve ser milê me hemûyan. Divê gavine wêrek bên avêtin. Ev çalakî ne çalakiya zindana ye. Ev mirov ji bo pêşeroja civakê bedêlê didin. Ev çalakî, ji bo gelên Tirkiyeyê tê wateya biharê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî çalakiya avakirina pêşerojê ye. Loma divê em bi hev re xwedî lêd erkevin. Eger em doza pêşerojeke hevpar dikin nexwe divê em li dor têkoşînê bibin xelek.”