XARPÊT – Çalakiya greva birçîbûnê ku Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daye destpêkirin, didome. Bi çalakiya greva birçîbûnê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî derketine asta herî bilind.
Girtiyên Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi rêya malbatên xwe ragihandin ku 15 çalakgerên ku demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne kirin hucreya yek kesî. Van girtiyên ku refaqetçiyê wan tunene rewşa wan ber bi xerabbûnê ve diçe. Dîsa gardiyên ku di bin navê “lêgerînê” de bi ser koguşan ve digirin û amûrên taybet ên girtiyan ên mîna pênûs, lênûsk, wêne û pirtûkan destser dikin.
Girtiyan diyar kir ku dê li hemberî tundiyan li ber xwe bidin û heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin.