LÛDWÎGSBÛRG – Berê vê sibehê li Lûdwîgsbûrgê bi ser 7 malên Kurdan de girtin. Nayê zanîn bê ka çima bi ser malan de girtin. Di nav wan kesan de ku polîsan bi ser mala wan de girtiye Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûdwîgsbûrgê jî heye.
Polîsan bi hevdemî bi ser malan de girt û dest li ser telefon, kompîtirên jî danîn.