NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Botê yê herêma Barzan a bi ser Hewlêrê ve bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Kazim Elî yê 50 salî yê ji gundê Pêndiro şehîd bû.
Her wiha hate ragihandin ku Kazim Elî ji bo komkirina pincar çûye wê herêmê. Ji bo wergirtina cenaze dewleta Tirk destûra 20 kesan daye ku biçin çiyayê Botê.