KOBANÊ – Li Kobanê di pêşengtiya ciwanan di çarçoveya hamleya “Tecrîdê bişkine, faşîzmê hilewşine û Kurdistanê Azad bike” doh (14’ê Gulanê) meşek pêk hat.
Dewleta tirk a dagirker bi lêkirina dîwar di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dagirkeriya xwe li ser gel ferz dike. Doh ciwan û gel bi meşekê berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyê mirinê silav kir. Dema ciwan nêzî dîwarê dagirkeriyê bûn, leşkerên dagirker êrîş bir ser ciwanan. Li beramberî êrîşan ciwan û dayik bêdeng neman û bi molotof û kevrian bersiv da dagirkeran.
Leşkerên dagirker xwe li ber bersivdayina ciwan û dayikan negirt û xwe şundê kişandin. Ciwan û dayikan bi molotofan klubeyek çavderiyê şewitandin.
Kêliyên Berxwedana ciwan û dayikan ji milê rojnemevanên me ve hate şopandin: