“Ev demek dirêje li Bakurê Kurdistan bi çalakiyên cuda cuda derbeyên giran li dijmin tên xistin. Ji milê din jî Ciwanên Şoreşger ên Rojava di demên dawî bi çalakiyên xwe bandorên cuda didin avakirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven destpê kiriyê û bi tevlîbûna hezaran li zindanan, Ewrûpa û tevahî cihanê belav bû, herî dawî veguherî rojiyên mirinê, şeweyê herî radîkal yê berxwedanê. Çalakvanan bi awayekî zelal daxwazên xwe tinin ziman. Di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser tevahî civakê zextên faşîzmê tê meşandin, rabûna tecrîdê di vir de derket pêş. Berxwedanvanan bi vê daxwaza xwe ne tene dixwaztin dewleta dagirker a tirk bi zorê bixe nava tevgerê, di heman demê de dixwaztin Gelê Kurd jî disa rakin berxwedanên civakî, daxinîn kolanan.
Ji gelek milan ve berxwedana bi serkeftî hişte ku destpêkê dayikên Kurdistanê, Ciwanên Kurd û Tirk disa dakevin qadan, û bi çalakiyên radîkal faşîzmê têk bibin. Helbet di warê pêvajoyê de û beramberî êrîşên faşîzane yên îtîfaka Akp-Mhp ev çalakî ne têrkerin, lê bes her diçe ev çalakî radîklatir û befirehtir dibin. Ji niha ve faşîzmê tengkiriye, bi faşîzmê gav şunde avêjtiyê. Helbet nêzîkatiyên ciwanan beramberî vê berxwedaniyê wê cuda be. Bi taybetmendiya xwe, radîkal, pêşeng, yê rê dide ber civakê, yê zextên faşîzmê lêpirsin dike, bi tarz, rêbaz û çalakiyên xwe mezinahiya berxwedanê kişandiyê astek mezintir.
Ev çalakiyan şewqdana xwe daye ser Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê jî. Bi şer û berxwedanî dewleta dagirker a tirk binketiyê û li dijî Rojava şerê taybet xistiyê meryetê, di wextekî wiha de ev çalakiyan gelek peyman digre nav xwe. Îstîxbarata tirk û dewleta dagirker bi taybetî li ser Ciwanên Rojava riyên wek pasîfkirin, kapîtalîzmê belavkirin, ji ehlaq xistin, kirina ajanê xwe ji milê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate ditîn û bi piştgiriya xwe ji bo çalakiyên rojiyên mirinê û berxwedanên grevên birçîbûnê û bi hêrsa xwe ya li hemberî dîwarê dagirkeriyê dixwazin wan êrîşên şerên taybet vala derxin. Em van çalakiya dikarin wiha jî binirxinin; Li dijî sinorên ku li Kurdistan hatine xêzkirin, ku di bingeha xwe de hişmendiya perçebûna Kurdistanê vedişerê sekinandin û hişmendiya perçebûyinê kuştin bi nav bike. Meşên ku di pêşengtiya ciwanan li bajarên Rojavayê Kurdistan wek Kobanê, Qamîşlo û Girê Spî pêk hatin û gel bi pêşengiya ciwanan berbi sinor meşiyan peyama Kurdistan yeke û Rêberê wê jî Rêber Abdullah Ocalan e da hemû kesî.
Ciwanên Şoreşger yê ku sinoran wek hişmendî û fîzîk jî qebûl nake, nîşan da ku li her deverê Kurdistan ciwan ev dîwarê dagirkeriyê qebûl neke û ew ê hertim li dijî êrîşên dijmin parastina cewherî pêk bine. Ev tişt derket holê, li Amedê, Êlihê, Silopiya, Cizîrê, Stenbolê, Îzmîrê, li kiderê dibe bila bibe, êrîş li hemberî nirxên Kurdistanê çêbibe, wê Ciwanên Rojava bêdeng nemine. Cawa ku dema çeteyên dewleta tirk êrîşî Kobanê kir û Ciwanên Bakurê Kurdistanê bi roja xwe li sinor dixistin û xwedî li Şoreşa Rojava derketin, bi heman rihî wê Ciwanên Rojava li berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê xwedî derkeve. Her wiha derket holê ku ev dîwarê şermê ku bilind dibe ji bo Ciwanên Şoreşger û Welatparêz bê wateye, û ruxmê vî dîwarî jî çalakiyên hevpar yên Ciwanên Kurdistanê faşîzmê têk dibe.
Sekna di rojên dawî de bi meşên berbi sinor û berxwedanên ciwanan ên li ser esasê xweparastinê li hemberî êrîşên dagirkeran di çarçoveya hamleya “Tecrîdê bişkine, faşîzmê hilweşine û Kurdistan Azad bike” pêşketin mirov dikare wek derketinek ji bo Ciwanên Şoreşger binirxine. Li gorî ditînan wê ev çalakî hin radîkal, hin girseyî, bi tarzekî afriner û rêbazên cuda bidomin. Disa çalakiyên Ciwanên Bakurê Kurdistan yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşdikevin wê bi çalakiyên ciwanên tevahî Kurdistanê bibe yek û bi hêza xwe gel jî rake serhildanan. Ji ber vê yekê dewleta dagirker wê bi êrîşên xwe hewl bide ev asteng bike. Pêwîste neyê jibîrkirin ku ev çalakiyên ciwanan, jinan, dayikan û çalakiyên tevahî gel wek refleksek civakî ye. Ev refleks wê dewleta dagirker û kedxwar ji milekî bitirsine û ji milê din jî hin hovantir bike. Lê bes îtîfaka Akp-Mhp di vê pevajoyê de berbi jêr ve diçe, bîrîndar buye û ev bîrîn jî bi berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê hin jî kurtir buye. Her wiha krîsa ekonomîk ku di civakê hestên îsyanê derxistiye pêş, binketina îtîfaka faşîst di hilbijartina xwecihî de jî derfeta binketina dawî ya faşîzmê ji bo Ciwanên Rojava û Bakurê Kurdistanê derxistiye holê. Ger çalakiyên ciwanan bi serhildanên gel re bibe yek û veguhere pêla kinê wê ev faşîzm dawiya wê were.”
NC/Hamza Munzur