NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajaroka Sersingê ya Amediyê vê Pêncşemê di danê nîvro de teqînek çêbû.
Dema ku wesayîta leşkerên Tirk derbas dibû teqînek çêbû. Hate ragihandin ku ji ber teqînê mirî û birîndar hene lê derbarê encama teqînê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Piştî teqînê balefirên şer ên Tirk, bombe li derdora Şeladizê barandin.