EDENE – Ciwanên Edene ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê meşek bi meşaleyan pêk anîn.
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edene ji bo bal bikşine ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ku li zindanan û gelek navendan di pêşegngtiya Leyla Guven destpê kiriyê çalakiyek pêk anîn. Ciwan li navçeya Seyhan ku girêdayî kolana Şakirpaşa ye hatin gelhev û bi dirûşmeyên “Leyla Guven rumeta me ye”,”Bijî Serok APO”, “Gelê Kurd ranezê, li berxwedana zindanan xwedî derkeve”, “Bê Serok Jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi meşaleyan meşiyan.