EDENE – Dê di 19’ê Gulanê de di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê de, ciwan li hev kom bibin. Di ciwan bal bikişînin ser tecrîda li Îmraliyê, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê Bayram Ektîren, diyar kir ku li ber dîrokê berpirsiyariya ciwanan heye û got: “Em ciwan, di rêya rêber û pêşengên ku li dijî zor û zehmetiyan têdikoşin û dane ser rêya heqîqetê de diçin.”
‘DIVÊ CIWAN ROLA XWE BILÎZIN’
Ektîren, diyar kir ku divê ciwan li dijî tecrîdê bi awayekî çalak rol bigirin û got: “Niha li zindana berxwedaneke mezin heye û ya divê bibe bersiva vê berxwedanê û têkoşînê mezin bike ciwan in. Berprisiyariya mezin li ser milê ciwana ye. Sedemek din jî ew e ku her roj dayika ciwana tê derbkirin û tên binçavkirin. Yanî divê ciwan xwedî li têkoşîna dayikan derkevin û mezin bikin. Divê ciwan bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigirin û rola xw ebilîzin. Loma em bang li hemû ciwana dikin. Em bang li hemû ciwana dikin ku tev li çalakiyên demokratîk ên meclîsa ciwana bibin.”
Ektîren, diyar kir ku wê ciwan di 19’ê Gulanê saet di 13:00’an de li navçeya Seyhanê li Şîrîn Muzîkholê li hev kom bibin û ew li benda ciwanên li Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê ne. Ektîren, da zanîn ku wê Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî tev li çalakiyê bibe û got: “Em bang li ciwanan dikin ku li dijî pêkanînên antîdemokratîk em di bin banê HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin û azad bibin.”