MÊRDÎN – Polîsên dagirker ên Tirk di 14’ê Gulanê de bi nivîsa çekûya “veşarî” ya Wezareta Karên Hundir, xwestibûn cîhazên X-ray di têketina Şaredariya Nêsibînê de bi cih bikin. Ji ber vê yekê di navbera hevşaredar û polisan de nîqaş derketibûn û ev yek ji ber tunebûna nivîsa fermî hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê îro serê sibehê 2 polîsên dagirker ên Tirk di têketina şaredariyê de hatin bicihkirin. Polis, li şûna nivîsa fermî, bi nivîsaQaymeqamiya Nisêbînê peywirdarkirina polisan “guncav” dîtiye, hatin bicihkirin.